PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê sersaxiyê li malbata Prof. Doc. Marif Omer Gul dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Bi mixabinî ve, min nûçeya koça dawiyê ya nivîskar, helbestvan, ronakbîr û kesayetiyê naskirî yê bajarê Silêmaniyê Doc. Marif Omer Gul bihîst. Pirse û sersaxiyê li mabata wî ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkar, dost û hevalên wî.”
Akademisyenê Kurd Prof. Doc. Marif Omer Gul, îro di 66 saliya xwe de ji ber nexweşiyê, li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê koça dawiyê kir.
Doc. Marif Omer Gul, çendîn lêkolîn û pirtûk li ser jenosaydê û jenosayda Kurdan nivîsîbûn, herwiha hejmarek ji hunermendên Kurd ên wek Ednan Kerîm û Peyman Omer jî helbestên wî kiribûn stran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin