PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne. Malbatê da zanîn, hêzên serdest ên di doza wan de tevî ku tevahiya hêza dewletê bi kar anîn jî, bi tenê man.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Wezareta Edaletê etîket kir û eşkere kir: “Serdestên di doza me de li gel ku hemû hêza dewletê bi kar anîn jî, bi tenê man. Her derewek dibe deyndarê rastiyê û rastiyê ev deynê xwe stendiye. Yên ku dixwazin ji hêla xelkê Rihayê ve bên qebûlkirin, divê li pêşiya Edliyeya Rihayê bin.”
Çalakiya malbatê di roja 452yan de berdewam kir. Malbat di saetên serê sibehê de ji Sirûcê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Malbatê, di dema hatin û çûna welatiyan de derheqê dozê de agahî dan wan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, xizm û parastvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14ê Hezîrana sala 2018an de li navçeya Sirûcê ya Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9ê Adara sala 2021an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin