PeyamaKurd- Îşev siet di 24.00an de qedexeya derketina derve li 31 bajaran destpêkir ku 30 ji wan bajarên mezinin. Qedexe 4 roj dewam dike. Tenê sibê û dusbe wê baqal û market ji 09.00 ê sibê heya 14.00 ê vekirîbin. Dê xelk karibe here bo xwe tiştan bikire lê bê erebe dikare here. Ew jî market an baqalên nêz û cîran in.
Rojên şemî û yekşemê derketina derve bi temamî qedexeye. Firûn û belavkiroxên rojnameyan wê karibin dawazên xelkê bibin heya malên wan. Şîrketên kargoyan wê bixebitin. Xwaringeh wê karibin xwarinan di paketan de bibin bo malan. Dermanxane wê bi temamî vekirî bin.
Bi vê qedexeyê re wê 64 mîlyon kes li malen xwe bimînin ku ev jî jimareyeka gelek zêde ye. Kesên ku bê îzin derên derve wê dewlet bo wan 3.150 lîra ceza bibire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin