Kolombiyayê bang li hemî deryavanan kir!

Kolombiyayê bang li hemî deryavanan kir!

PeyamaKurd – Piştî ku Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro biryar da ku hinardekirina komirê ya ji bo Îsraîlê ya ku êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne "bi fermî" rawestîne, bang li hemû deryavanan kir ku komirê nedin vî welatî.

Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro di platforma medyaya civakî ya X de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir hedef û ev daxuyanî da:

"Hemû deryavanên cîhanê, gelê me yê xwecihî, red dikin ku komirê ji her welatekî bigihînin Netanyahu."

Petro jî bertek nîşanî kesên ku rawestandina îxracata komirê ya ji bo Îsraîlê rexne kirin wiha parve kir: "Zarokên Filistînî û însanetî spasdar in. Ya ku diqewime ev e: Yên li hemberî qirkirina li Kolombiyayê bêdeng dimînin vê yekê fêm nakin."

Di vê navberê de hin siyasetmedarên li welêt bertek nîşanî biryara hikûmeta Petroyê ya qedexekirina hinardekirina komirê ya ji bo Îsraîlê dan.

Mufetîşê berê yê Pîşesazî û Bazirganiyê û Alîkarê Wezîrê Dadê yê berê Pablo Felipe Robledo, di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya neteweyî de destnîşan kir ku rawestandina hinardekirina komirê ya ji bo Îsraîlê li dijî pêşbaziya aborî ya azad e û qanûn binpê dike.

 
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin