PeyamaKurd - Serfermandarê berê yê artêşa Iraqê û şêwirmendê leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî ragihand ku DAIŞ li Iraqê hê jî çalak e..
Babekir Zêbarî di derbarê sedemên hê jî çalakbûna DAIŞê de vê nirxandinê kir:
"DAIŞ niha jî li Iraqê çalak e û bê navber hêrişên terorîstî pêk tîne. Ev yek ji ber nebûna aramiya siyasî ye. Heta ku Iraq, ji aliyê siyasî ve aram nebe, wê DAIŞ çalak be û ev metirsiye. Herwiha hê jî hîn derdorên civakî hene ku li Iraqê piştgiriyê didin DAIŞê û hevkariya wê dikin. Nakokiyên navbera erebên sunne û erebên şîa didome û ev yek jî wusa kiriye ku her dema ku derfetek ji bo DAIŞê çêbibe kiryarên terorîstî pêk tîne."
"Hêzên Pêşmerge û gel rê nade DAIŞê ku li Kurdistanê çalakiyan bike"
Zêbarî, di derbarê Herêma Kurdistanê de jî diyar kir: Rewşa Herêma Kurdistanê cuda ye û dom kir:
"Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku parastina axa Herêma Kurdistanê dikin, xwedî çek û pêdiviyên baş û şiyaneke berxwedanê ya baş in. Ev yek rê li ber DAIŞê digire ku li Herêma Kurdistanê çalakiyan bike. Herwaha xelkê Kurdistanê jî bi ti awayekî DAIŞê qebûl nake, ji ber vê yekê metirsiya DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê nemaye, lê belê di derbarê Iraqê de rewş cuda ye.’’
Hevpeymaniya Navneteweyî
Babekir Zêbarî destnîşan kir ku ji bo aramiya navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, dest bi dabeşkirina hêzên du lîwayên hevbeş ên artêş û Pêşmerge hatiye kirin ku got: "Ev hêz, li gor pêwîstiya navçeyan tên dabeş kirin û ew valatiyên hene jî, bi wan du lîwayan tên tijekirin. Herwiha hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê jî alîkariya van hêzan dikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin