PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê HSD ê Mazlûm Kobanî ji bo rojnama The Timesê daxwuyanî da û got ku serokê Amerîkayê Joe Biden soz daye wan ku wê terka Sûriyê nekin.
Mazlûm Kobanî ragihand ku fermandarê hêzên navendê yê Amerîkayê Orgeneral Kenneth McKenzie bi eksa pêşdeçûnên li Afxanistanê, ji bo baweriyê bide HSD ê û gotinên Joe Biden bigihîne wan, seredana wî kiriye. Kobanî got ku divê em bi duristî bêjin, însan ji vekişandina Amerîkayê ya ji Afxanistanê tirsiyan. Kobanî got ku wan bi cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê re ku hem ji karên wezareta derve ji yên Rojilata Navîn berpirse bi Joey Hood re hevdîtin kirine.
Kobanî ragihand ku dema Amerîka ji Afxanistanê vekişiya, ji bo dahatûya xwe endîşe kirine lê di peyde Amerîka yekser ji wan re nûnerên xwe şandine û weha got:
“Ew baweriyê dane me ku wê weka Afxanistanê nebe. Gotin siyaset bi temamî cuda ye.”
Li Rojava 900 leşkerên Amerîkayê û bi wan ve girêdayî yekîneya tevgerên taybet yê Îngîltere heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin