PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî bi daxuyaniyekê diyar dike: “Hêzên me yên ewlehiyê gihiştin wî cihî û bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî di têkbirina êrîşê de bi ser ketin.”
General Mazlûm Kobanî eşkere dike: “Navçeyên dewrûberên zîndanê bi temamî hatine dorpêçkirin û hemû kesên reviyane hatin desteserkirin.”
Di berdewamiya peyama xwe de Fermandarê Giştî yê HSDê tekez dike, “Şerê me yê li dijî DAIŞê berdewam e û em ranawestin heta ku em hemû tawanbaran dixin zîndanê.”
Mazlûm Kobanî dide zanîn: “Rêxistina terorîst a DAIŞê, piraniya şanên xwe yên razayî kom kirin da ku xwe bigihîne mezintirîn navendên girtina terorîstan li bajarê Hesekê û hewl bidin ligel wan birevin.”
Li gor General Mazlûm Kobanî tekez dike, DAIŞê kemînên bombebarkirî û xwekuj bikaranîn û got: “Derdora girtîgehê bi temamî hat kontrolkirin û piraniya kesên reviyabûn hatin girtin. Em careke din tekez dikin ku şerê me yê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê berdewam e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin