Milîtanan erisî artêsê kir: 12 lesker hatin kustin

Milîtanan erisî artêsê kir: 12 lesker hatin kustin

PeyamaKurd - Di êrîşek milîtanên Opozisyona Sûriyê de, 12 eskerên Sûriyê li Lazqiyê hatin kuştin.

Ligor medya nêzîkî hikumeta Sûriyê, milîtanên Desteya Tehrîr el-Şam êrîşî hêzên hikumeta Sûriyê li devera Til Reşo ya bakûrê parêzgeha Lazqiyê kirin. Di encam de 12 eskerên Sûriyê hatin kuştin.

Herweha Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan eşkere kir ku, Artêşa Sûriyê deverên bakûrê parêzgeha Lazqiyê topbaran kiriye, bê ku hejmara qurbaniyan eşkere bike.

Piraniya parêzgeha Lazqiyê di bin kontrola hikumeta Sûriyê de ye, ji derveyî hin deverên bakûrê parêzgehê, li ser sînorê Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin