PeyamaKurd - Kompaniya lêkolînên civakî li Tirkiyê ya bi navê Area rapirsînek derbarê hilbijartineke li Tirkiyê bê kirin de pêk anî.
Li gorî encamên rapirsînê rêjeya dengên AKPê kêm bûye û rêjeya kesên ji sîstema niha ya serokomariyê nerazî ne û “Sîstema Parlamenteriya Bihêz” dixwazin jî zêdetir derketiye.
Li gorî rapirsîna Areayê rêjeya dengên AKPê daketiye ji sedî 35,1ê û ji sedî 37ê beşdarên rapirsînê jî gotine divê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dest ji kar berde.
Beşdaran bersiva pirsa; “Eger îro hilbijartin çêbibe hûnê dengên xwe bidin kîjan partiyê?” daye û rêjeya dengên AKPê ku sala 2018an ji sedî 42,6 bû, daketiye ji sedî 35,1ê.
Encamên rapirsînê wiha ne:
AK Partî: %35,1
CHP: %23,1
IYI Partî: %14,1
HDP: %10,1
MHP: %10,1
Li ser pirsa “Hûn Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê serkeftî dibînin?” jî bi rêjeya ji sedî 51,3 bersiva ‘ne serkeftî ye’ dane.
Di rapirsînê de rêjeya pirsa; “Li gor we pêwîstî bi hilbijartinên pêşwext heye?” jî wiha derketiye:
Belê: %51
Naxêr: %43,8
Fikrê min nîne: %4.3
Li ser mikurhatin û îdiayên Sedat Peker ên derbarê Suleyman Soylu de jî pirs ji beşdarên rapirsînê hatiye kirin ku ji sedî 37,3ê beşdaran gotine divê dest ji kar berde û ji sedî 20,7ê beşdaran jî gotine pêwîst nake dest ji kar berde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin