PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, (01.04.2025) bi minasebeta Cejna Akîtoyê ya Kildanî-Suryaniyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi minasebeta Cejna Akîtoyê ya Kildanî-Suryaniyan peyameke pîrozbahiyê li ser hesabê xwe yê Xê belav kir û ev cejn li pêkhateya Kildanî-Suryanî ya Kurdistanê pîroz kir.
Ji şaristaniyên Sumer, Babîl, Akad û heta Asûriyan de, Akîto roja sersalê ye. Cejna sersalê ji roja yekem a Nîsanê dest pê dike û heta 12 rojan berdewam dike.
Pîrozkirina Sersala Asûrî ya di 1ê Nîsanê de, ji serdema Yekem a Babiliyan ve ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin