PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, hemwelatîbûna 4 siyasetmedarên ku alîgirên Rusyayê ne, betal kir. Hat ragihandin ku di nav van siyasetmedaran de siyasetmedarê Ukraynayî Viktor Medvedchuk jî heye.
Volodimir Zelenskiy ragihand ku welatîbûna siyasetmedarên muxalîf ên alîgirên Rusyayê Andrey Derkach, Taras Kozak, Renat Kuzmin û Viktor Medvedchuk, hatiye betalkirin.
Hat diyarkirin ku Zelenskiy di vê çarçoveyê de biryarnameyek destnîşan kiriye û bi rêya daxuyaniyekê gotiye ku
"Li ser materyalên ku ji hêla Servîsa Ewlekariya Ukraynayê û Servîsa Koçê ya Dewletê ve hatine amadekirin, min biryara betalkirina hemwelatîbûna 4 kesan êrê kir. Ev jî Andrey Derkach, Taras Kozak, Renat Kuzmin û Viktor Medvedchuk in. Heger xizmeta kujerên hatin Ukraynayê bike, ew ê biryarên me pêk bên. Ev ne biryara dawîn e.”
Piştî şerê navbera Rusya û Ukraynayê, siyasetmedarê Ukraynayê yê alîgirê Rusyayê Viktor Medvedchuk, di nîsana sala borî de ji aliyê îstixbarata Ukraynayê ve bi tawanê xiyanetê hatibû binçavkirin.
Medvedçuk ê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin tê naskirin, îlona borî piştî hewildanên Tirkiyeyê yên ji bo navbeynkariya pevguhertina girtiyên navbera Rusya û Ukraynayê, hêzên Ukraynayê ew şandibû Rusyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin