PeyamaKurd - Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê dibêje, “nêzîkbûneke baş di navbera YNKê û PDKê de heye” û tekez dike, heya roja yekşemiya destpêka heftiya bê, herdu alî dê derbarê posta Parêzgarê Kerkûkê de bigihin rêkeftinê. Çavkaniyek ji nav YNKê jî dibêje, “PDKê li ser navê endazyarekî rizamendî nîşan daye.”
Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê, Rewend Mela Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, gotûbêjên YNKê û PDKê li ser mijara posta Parêzgarê Kerkûkê berdewam in û got: “Nêzîkbûneke baş di navbera herdu aliyan de heye û ez pêşbînî dikim, heya roja yekşemiya destpêka heftiya bihê, em li gel PDKê li ser posta Parêzgarê Kerkûkê bigihin rêkeftinê.”
‘TEYIB CEBAR YEK JI NAMZEDÊN BI HÊZ E’
Li gor zanyariyan ku ji çavkaniyekî nav YNKê bi dest xistiye, ji bo posta Parêzgarê Kerkûkê niha behsa navekî nû tê kirin. Li gor agahiyan, navê wî kesî Teyib Cebar e û endazyar e. Çavkaniyê ji nav YNKê da xuyakirin, “Teyib Cebar yek ji namzedên bi hêz e û şansê wî bo wergirtina vî postî heye, ji ber ku PDKê jî razîbûna xwe nîşan daye.”
Bo posta Parêzgarê Kerkûkê, pêştir behsa navên Rêveberê Polîsê Kerkûkê yê berê Lîwa Cemal Tahîr û Cîgirê Serokê Zanîngeha Kerkûkê Dr. Omer Înce dihat kirin.

Endazyar û helbestvan Teyib Cebar, di sala 1954an li gundê Pepelû ya ser bi bajarokê Qere Hesen ji dayik bûye. Di 1976an de xwendina bilind li fakulteya endazyariyê qedandiye. Birîkarê berê yê Wezareta Avedankirinê ya Herêma Kurdistanê bûye. Serokê pêştir ê Komîteya Bilind a Yekîtiya Endazyaran bûye. Sala 1995an endamê Encûmena Komîteya Bilind a Konferansa Komeleya Ronakbîrî û Civakî ya Kerkûkê bûye. Cebar ji destpêka salên 1970î de dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin