PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih derbarê kuştina Qasim Suleymanî de û Ebu Mehdî Muhendis de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û Amerîka şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan bi nîgeranîyeke mezin nûçeya şehîdbûna herdu serkirdeyan bihîstiye ku roleke wan a mezin di şerê DAIŞê de hebû.
Berhem Salih di daxuyaniyê de wiha got:
“Em ewê destdirêjîya dijminkarane şermezar dikin ku serkirdeyên Ewlekarîyê yên ser bi sazîyên serbazîyên Iraqê kirîne armanc û bêguman derencamên ewlekarîyê li Îraq û deverê lê dirist dibin, nemze jî heke bi Eqil û locîkê reftar li gel nehêt kirin û hewil nehêt dan bo kontirolkirina derencaên ev karê dijminkarane ku asayîş û akincî ya Îraqê û deverê bi aşkera xistîye di metirsîyê de.”
Herwiha li ser navê Behem Salih daxwaz ji hemû aliyan hat kirin, bi danayî û aramî ve reftarê bikin û Iraqê nekişînin nav şerekî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin