PeyamaKurd- Li Iraqê di operasyonên li parêzgeha Enbarê de 14 çekdaren DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek cebilxane û alavên teknîk û lojîstîk yên çekdaran hatin desteserkirin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bîlançoya operasyonên di nava 2 hefteyên borî de yên li parêzgeha Enbar ragihand.
Li gorî bîlançoyê operasyona bi navê ‘Şêrên Çolê’ bi alîkariya hemû hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî roja 29’ê Tebaxa 2024’an dest pê kir û baregehên çekdaran hatin hedefgirtin.
Fermandariyê da zanîn ku di 3 operasyonên bejahî de berpirsên DAIŞ’ê hatin kuştin, her wiha gelek çek û alavên lojîstîk û teknîk hatin desteserkirin.
Hate destnîşankirin ku di operasyonan de 7 wesayîtên berpirsên DAIŞ’ê hatin îmhakirin, 14 çekdar jî hatin kuştin ku di encama testa DNA’yê de nasnameya çeteyan derket holê ku du ji wan berpirsên DAIŞ’ê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin