PeyamaKurd – Îro (21.01.2025) serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalîd El Falih civiya.
Wezîrê Veberhênanê yê Siûdiyê silav û rêzên Qral Selman û Welîehdê Siûdiyê Mihemed Bin Salman gihandin Mesrûr Barzanî û tekez kir ku welatê wî dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê bi pêş ve bibe.
Serokwezîr jî amaje bi peywendiyên kevnar ên di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî de kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê jî amade ye ku peywendiyên xwe yên li gel Erebistana Siûdî bi hêz bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin