Mesrûr Barzanî li ser besdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê peyamek nû belav kir

Mesrûr Barzanî li ser besdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê peyamek nû belav kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê peyamek nû belav kir û da zanîn, amadebûna me di konferansên navneteweyî de derfetek e ji bo gihandina dengê me.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser twitterê belav kir de diyar kir: “Amadebûna me di konferansên navneteweyî de, derfetek e ji bo gihandina dengê me di guftûgoyên cîhanî de.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ev korbend, pencereyek e ji bo dirustkirina bandorê li ser siyasetan û çespandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek hevkarekî herêmî.”

Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em di astengiyan de ne bi tenê ne û eger yên din bi ser ketin, em jî dikarin bi ser bikevin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin