PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez hêvîdar im fraksiyonên Kurdistanî statuya Herêmê û mafên wê yên destûrî û heqên wê yên darayî biparêzin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê projeyasaya budçeyê de peyamek belav kir û got: “Ez hêvîdar im fraksiyonên Kurdistanî bi hestê berpirsyariya niştimaniyê ve serederiyê ligel projeyasaya budçeyê bikin û statuya Herêmê û mafên wê yên destûrî û heqên wê yên darayî biparêzin û li dijî her hewleke lawazkirina pêgeha Herêmê rawestin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin