PeyamaKurd – Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di mijara Filistînê de 5 biryarname qebûl kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Filistînê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de 5 biryarên derbarê meseleya Filistînê de bi piraniya dengan hatin qebûlkirin.
Biryara destpêkê ya alîkariya penaberên Filistînî ji 168 welatan piştgirî wergirt. Digel ku tenê Îsraîl li dijî biryarê bû, 10 welatên ku di nav wan de Amerîka, Uruguay û Paraguay jî hene bêalî man. 165 welatan piştgirî dan biryara li ser çalakiyên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA).
4 welatan (Amerîka, Kanada, Îsraîl û Mîkronezya) deng nedan û 6 welatan (Kamerûn, Guatemala, Kirîbatî, Palau, Papua Gîneya Nû û Vanuatu) jî bêalî man.
Di dema ku biryara niştecihbûnê ya Îsraîlê li herêmên Filistînê yên dagirkirî piştgirîya 149 welatan wergirt, 6 welatan (Amerîka, Kanada, Îsraîl, Macaristan, Mîkronezya û Nauru) li dijî biryarê derketin û 19 welatan jî ji dengdanê bêalî man.
Herwiha 163 welat piştgirî dan biryara derbarê milkên penaberên Filistînî û dahata wan, 5 welatan (Amerîka, Kanada, Îsraîl, Mîkronezya û Nauru) li dijî biryarê derketin û 9 welatan jî dev ji dengdanê berdan.
86 welat piştgirî dan biryara derbarê xebatên Komîteya Taybet a ku ji bo lêkolînkirina kiryarên Îsraîlê yên ku bandorê li mafên mirovan ên gelê Filistînê û Erebên din ên li herêmên dagirkirî dike. 12 welatên ku di nav wan de Amerîka, Îngilîstan, Îsraîl, Kanada, Çekya, Macarîstan, Awûstûrya û Awûstralya jî di nav de ne, li dijî dengdanê derketin û 75 welatan jî ji dengdanê bê alî man.
Wezareta Karên Derve ya Filistînê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qebûlkirina biryarnameyên ku hatin qebûlkirin û bang li welatên beşdarî dengdanê nebûn kir ku "helwestên xwe rast bikin û li aliyê rast ku rêya heqîqetê ye rawestin, edalet û hevgirtina bi gelê Filistînê re."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin