Peyama sersaxiyê ya Mesûd Barzanî

Peyama sersaxiyê ya Mesûd Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê Şêx Nehro Kesnezanî sersaxî ji rêberê tarîqata Qadirî re xwest.

Serok Barzanî doh bi boneya koça dawî ya birayê Şêx Nehro Gandî Muhammed Kesnezanî peyameke sersaxiyê parve kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji Şêx Nehro Kesnezanî, malbat û xizmên wî re xwest û wiha got:

"Em bi xemgîniyeke mezin agahiya wefata birayê we Gandî Şêx Mihemed Kerîm hîn bûn. Ez sersaxiyê ji we û malbata we re dixwazim û êşa we parve dikim. Xwedayê mezin ruhê wî bi buhiştê şad bike û sebrê bide malbat û xizmên wî."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin