Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina 400 milyon dînar ji bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da

Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina 400 milyon dînar ji bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da

PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser dabînkirin û xerckirina bi qasî 400 milyon dînar ji bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da.

Fermangeha Medya û Zanyarî da zanîn, di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo werzişê û ji bo berdewambûna kar û çalakiyan û encamdana çalakiyên werzişî ya Yekîtiya Futbola Kurdistanê ji bo werza 2021-2022yan, Serokwezîr rizamendî li ser dabînkirin û xerckirina bi qasî 400 milyon dînar bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da.

Herwiha hat zanîn, pereyê ku hatiye diyarkirin ji budceya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan / Rêveberiya Giştî ya Werzişê tê xerckirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin