Mesrûr Barzanî û Balyozê Gurcistanê civiyan

Dîroka weşanê :
Mesrûr Barzanî û Balyozê Gurcistanê civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Sibata 2026an li Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Gurcistanê yê li Iraq, Urdun û Libnanê Archil Dzuliashvili kir.

Di civînê de giranî hate dayîn ser “xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê de”. Ev hevdîtin wekî berdewamiya lûtkeya Dubaiyê ya hefteya borî hate nirxandin.

Aliyan di hevdîtinê de her wiha rewşa giştî ya Iraqê û “geşedanên dawî yên li Sûriyeyê” gotûbêj kirin.

Serokwezîr Barzanî û Balyoz Dzuliashvili li ser giringiya hevahengiya dualî da ku xizmeta berjewendiyên her du gelan were kirin, li hev kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin