PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz kir.
Di civînê de danûstandin li ser geşedan û guhertinên rewşa Iraq û herêmê bi awayekî giştî hate kirin.
Di çarçoveya hevdîtinê de her du aliyan li ser girîngiya pêşxistina hevahengiya ewlehîyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ji bo parastina ewlehî û seqamgiriyê hevnêrîn bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin