PDKê bersiva Ebadî da: Dixwaze rewsa siyasî ya bas têk bide

PDKê bersiva Ebadî da: Dixwaze rewsa siyasî ya bas têk bide

PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bersiv da Serokwezîrê bê yê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû, em ti bazariyan li ser Kerkûkê nakin.

PDKê bi daxuyaniyekê bersiva Ebadî da û got, dixwaze bi vê daxuyaniya xwe rewşa siyasî ya erênî li Iraqê têk bide.

 PDKê diyar kir, “Hemû hewlên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê yên bi partiyên siyasî re berhema Serok Barzanî ne. Em di serî de ji bo Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê hewil didin bi pêkanîna hêza leşkerî re ewlehiyê dabîn bikin.”

PDKê destnîşan kir ku divê rewşa Kerkûkê û herêmên din ên nakokî li ser heye, di çarçoveya madeya 140 a destûrê de bê çareserkirin û got ku ji ber siyasetên şaş ên hikûmetên berê destûra Iraqê hatiye binpêkirin û Kerkûk ketiye bin destê rêbazên çekdarî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin