PeyamaKurd - Ukraynayê ragihand ku di hêrişa şeva borî ya li dijî bajarê Sevastopolê yê li Nîvgirava Kirimê de du keştiyên derketinî yên Rûsyayê hatine lêdan.
Qirima ku Rûsyayê di 2014an de bi xwe ve girêdabû, di şerê Rûsya û Ûkraynayê de cihekî pir stratejîk e.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Stratejîk a Hêzên Ûkraynayê de wiha hat gotin: "Hêzên Ûkraynayê li 2 keştiyên derketinî yên amfibî Yamal û Azov, navendeke ragihandinê û hin herêmên binesazî yên fîloya Deryaya Reş xistin."
Ji aliyeke din ve parêzgarê Sêvastopolê Mîxaîl Razvozhayev ragehand ku artêşa Rûsyayê, di êrîşa şeva borî ya Ûkraynayê ya li dijî vî bajarîbo ser wî bajarî de zêdetirî 10 mûşek avêtine.
Walî Razvozhayev got: “Leşkerên me hêrişa mezin a li ser Sêvastopolê pûç kirin. Li gorî zanyariyên destpêkê, zêdetirî 10 mûşek hatine avêtin. Beşek ji wan mûşekan bûne sedem ku zarokek birîndar bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin