Mesrûr Barzanî rêya du-alî ya Hewlêr-Gomespanê vekir

Dîroka weşanê :
Mesrûr Barzanî rêya du-alî ya Hewlêr-Gomespanê vekir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Sibata 2026an di merasîmeke taybet de projeya rêya du-alî ya Hewlêr-Gomespanê bi fermî vekir.

Ev projeya ku bi standardên navneteweyî û di demeke rekord de hatiye cîbicîkirin, wekî xelekeke giring a xurtkirina jêrxaneya veguhastinê li parêzgeha Hewlêrê tê dîtin.

Serokwezîr di axaftina xwe de spasiya endezyar û karkerên projeyê kir û destnîşan kir ku ev rê dê ne tenê trafîkê hêsan bike, belê ewlehiya canî ya welatiyan jî bêtir biparêze.i

Rêya nû ya Hewlêr-Gomespanê roleke stratejîk di girêdana paytextê bi deverên derdorê re dilîze. Ev rê dê hatûçûna ber bi Dola Simaqulî, Koyş û parêzgeha Silêmaniyê ve hêsantir û kurtir bike.

Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku ev rê berê pir metirsîdar bû, lê niha bi vî şêwazê nûjen, welatî dikarin di demekê kurt de û bi silametî serdana gund û bajarokên xwe bikin.

Vekirina vê rêyê hevdem e bi geşbûna kerta geştiyariyê li herêmê. Bi taybetî piştî çêkirina Bendava Gomespanê, ev dever bûye navendeke giring a geştiyariyê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev rê dê gihîştina xelkê bo xwezaya bedew a Kurdistanê hêsan bike, nexasme di werza biharê de. Di dawiya peyva xwe de, wî bang li şofêran kir ku ji bo parastina jiyana xwe, pêbendî rênimayiyên trafîkê bin û bi leza zêde ajotinê nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin