PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Esîr Dawûd El-Xirêrî, tekeziyê li ser pêşxistina hevkariyên di navbera saziyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de kirin.
Her du alî, bi taybetî di warê bazirganî û geşepêdana aborî de, bi berçavgirtin û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, li ser pêwîstiya hevahengiya di navbera her du hikûmetan de hevnêrîn bûn.
Herwiha amaje bi pêwîstiya pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo sektora taybet hate kirin, ji bo roleke aktîv di avedankirin û pêşxistina binesaziya aborî de bilîze.
Amadekariyên pêkanîna civîna Encûmena Aborî ya Wezarî ya Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû, ku biryar e van rojan li Hewlêrê bi mebesta çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên hilawîstî yên her du aliyan were lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin