PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Koreya Bakur ve hat ragihandin ku ew keştiyeke jêrderyayî ya bêmirov diceribînin ku bikaribe "tsunamiya radyoaktîf" çêbike.
Ajansa nûçeyan a dewletê KCNA ragihand ku çeka veşartî, roja sêşemê li avên parêzgeha Hamgyong a Başûr hat havêtin.
Li gorî raportê, ew zêdetirî 59 saetan di kûrahiya 80 heta 150 metreyan de derbas bû û li beravên rojhilatê hat teqandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Ev balafira bêpîlot a nukleerî ya di bin avê de dikare li her peravê û benderekê were bicihkirin an jî ji aliyê keştiyek rûvî ve ji bo operasyonê were kişandin."
Her wiha hat diyarkirin ku alozî li nîvgirava Koreyê berdewam in ji ber ku Amerîka Koreya Başûr roja çarşemê tetbîqata xwe ya meydanî ya herî mezin a hevbeş di pênc salan de temam kirin.
Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol roja înê gotibû ku “Ew ê "bihêle Koreya Bakur berdêla provokasyonên xwe yên bêhiş bide."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin