PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, derbarê êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê yên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê de daxuyanî da û ragihand ku bi navbeynkariya aliyên navneteweyî lihevkirinek pêk hatiye.
Ebdî diyar kir ku ev lihevkirin rê li ber agirbestê vedike û armanc dike ku êrîş û binpêkirinên li dijî sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bên rawestandin. Ebdî, destnîşan kir ku ev pêngav ji bo parastina xelkê herêmê hatiye avêtin.
Peyama Mezlûm Ebdî wiha ye:
"Bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ya ji bo rawestandina êrîş û binpêkirinên li dijî xelkê me yê li Helebê, em gihîştin lihevkirinekê ku rê li ber agirbestê vedike.
Ev lihevkirin derxistina şehîd, birîndar, sivîlên asêmayî û şervanan ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê ya ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve misoger dike.
Em bangî navbeynkaran dikin ku pêbendî sozên xwe yên rawestandina binpêkirinan bin û ji bo vegera ewle ya koçberan a li malên wan bixebitin.
Silaveke bi rûmet ji bo berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, şehîd, heval û malbatên wan û sivîlên ku li ber xwe daye.
Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re dikin."
Li gorî hûrgiliyên lihevkirinê, wê derketina cenaze, birîndar û sivîlên ku di nava taxan de asê mane, bi awayekî ewle ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bê dabînkirin. Herwiha, şervanên ku li wan taxan li ber xwe didan jî wê di çarçoveya vê peymanê de vekişin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin