PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî daxuyakirin ku di qonaxa bê de ew dê kar ji bo jinavbirina hizra terorê ya DAIŞê bikin.
Ebdî got, “Rast e rêxistina DAIŞê bidawî hatiye, lê gefên wê rêxistinê li ser ewlehiya Sûriyê hîn maye û divê karê li dijî hizra tundrewiya DAIŞê berdewam be.”
Ebdî li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a mayîna hejmarek hêzên xwe li Sûriyê jî got: “Ev ji qonaxa bê re gavek girîng e, heta ku hizir û ideolojiya DAIŞê ji kokê ve jinav bibin û ev yek jî demek dûr û dirêj dixwaze.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin