PeyamaKurd- Li Îspanya, Rewşa Awarte ya ji ber vîrusa korona hatibû ragihandin hat qedandin.
Rewşa Awarte ya li Îspanya bi qasî 100 roj berê hatibû ragihandin.
Bi bidawîbûna Rewişa Awarte re, li Îspanya qedexeya rêwîtîyê ya navbajarî qediya û sînorên xwe ji dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) re vekir.
Rayedarên saxlemîyê, ji gel dixwazin ku maskeyan bidin ber rûyên xwe û li gor mesafeya civakî tevbigerin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Îspanya pirtir ji 246,000 kes bi vîrusa korona ketine û 28,323 kesan can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin