PeyamaKurd – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî li ser daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê ya derbarê êrîşên moşekî yên li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û Binkeya Eyn Esed a serbazî de da zanîn; Hikûmeta Fransayê weke dostekî netewa Kurd gelek bi hûrgilî rewşê dişopîne, Parîs dixwaze Iraqeke aram û di nav wê de jî Kurdistaneke bihêz hebe.
Elî Dolemerî ji K24ê ragihand, li gor nêrîna Fransayê, Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn yekane herêm e ku cihê girîngiya wan e, ev jî ji ber sedema mirovî û pêkvejiyan û demokrasiya ku li Herêma Kurdistanê hene û li temamê deverên din tune ne.
Dolemerî eşkere kir, Fransa piştgiriya pêkanîna hilbijartineke bihêz li Iraqê dike, da ku bikarin hikûmeteke teknokrat çêbikin, hemû pêkhateyên Iraqê li xwe bigre, Fransa dixwaze Herêma Kurdistanê di nav hikûmeta bê ya Iraqê de bihêz be.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê destnîşan kir, Parîs hemû êrîşên terorîstî yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê şermezar dike, bi awayekî taybet jî piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan daye, çimkî ev êrîş dibin sedema nearamiya herêmê, heta wê astê ku ev êrîş zerar didin Ewropayê jî, loma piştevaniya artêşa Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin