PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ hewl dane bikevin bajarokê Baxozê û êrîşekê pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, şervanên Meclisa Lekerî ya Dêrazorê bersiva hewldana çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ yên girêdayî hikumeta Şamê ku bikevin bajarokê Baxozê daye.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye got: "Di navbera Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û çeteyan de şer derket. Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin, cenazeyên 2 çeteyan û miqdareke çek kestin destê hêzên me."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin