PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navça Çelîkxanê mînîbusa ku karkerên demsale hildigirt wergeriya û di encamê de 14 karker birîndar bûn. Mînîbus li ser rêya Çelîkxan- Semsûrê di km ya 11 an de wergeriya kenarê rê.
Tîmên lezgîn yên 112 ê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Çelîkxanê û hat ragihandin ku rewşa karkeran baş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin