PeyamaKurd – Îro 12ê Sibatê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî li dar xist.
Hekûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna ku taybet li ser bicihanîna yasaya çaksaziyan bû, daxuyaniyek hat belav kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî û Serokê Desteya Destpakiyê û Serokê Dxwazkariya Giştî amade bûn, Serokwezîr amaje bi girîngiya bicihkirina yasaya çaksaziyê ya hejmar (2) a sala 2020an û wiha axivî:
“Encamdana çaksaziyê daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû aliyan e, ji ber vê yekê daxwazê ji hemû aliyên siyasî û pêwendîdar dikin, ku bê muzayede piştevaniyê li bicihkirina yasaya çaksaziyê bikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, ku proseya çaksaziyê berdewam dibe û hemû kartan jî lixwe digire. Got jî: Di çarçoveya proseya çaksaziya darayî û îdarî de, kar li ser rêkxistina dahatên Herêma Kurdistanê, bi taybet dahata petrol û gazê dikin, ku dixwazin zelal û aşkere be, ku ev yek jî beşek e ji karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Di civînê de, Encûmena Wezîran hemû wezîr raspardin ku di dema yazdeh rojan de pêşniyazên xwe ji bo reşnivîsa rêbaza hêsankarya bicihkirina yasaya çaksaziyê amade bikin û arasteyî Encûmena Wezîran bikin, ji bo di zûtirîn dem de, bikeve warê bicihkirinê de.
Herwiha di wê civînê de, biryar hat dayîn ku komîteyeke bilind bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran û endametiya Cîgirê Serokwezîr û wezîrên pêwendîdar pêk bê, ji bo dûvçûnê ji rênimayên bicihkirina yasaya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê bikin.
Encûmena Wezîran tekezî li ser girîngiya rola dezgehên çavdêriya darayî û Desteya Destpakiyê û Daxwazkarê Giştî kir ku çavdêrîkirina bichkirina vê yasayê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin