Rûsya: Amerîka li pey serweta Sûriyê ye

Rûsya: Amerîka li pey serweta Sûriyê ye

Rûsya nerazîbûna xwe bo lêxistina terefdarên rejîma Sûriyê nîşan da û got ku ji têkoşîna li dijî DEAŞê bêhtir, Amerîka li pey bidestxistina serweta Sûriyê ye.

Wezareta karê derve ya bergiriyê ya Rûsyayê li ser êrîşa li dijî terefdarên rejîma Esad ragihandineka nivîskî belav kir. Li Sûriyê terefdarên rejîmê di dema ku li devera El Îzbayê ku rafîneriya petrolê lê ye û dikeve Dêrezorê, di dema ku wezîfa xwe ya “lêkolîn û çavdêriyê” dikirin de, Amerîka bi top û helîkopteran êrîş biriye ser wan û Rûsya dibêje: “hêzên terefdarê rejîmê bo wezîfa xwe agahî nedane yekîneyên Rûsyayê.”

Di beyana xwe de Rûsya dibêje 25 kes jî ji hêzên terefdarê rejîmê birîndar bûne û weha dewam dike: “ Ev bûyer hebûna Amerîka ya leşkerî ya li dijî qanûnên Sûriyê, di şûna ku li dijî DEAŞê têbikoşe, nîşan dide ku dixwaze dewlemendiyên aborî yên Sûriyê bixe bin kontrola xwe.”

Dêrezor li ser sînorê Iraqê desthilate û xwediyê kaniyên enerjiyê yên herî mezine di Sûriyê de. Niha li Dêrezorê li rojhilatê Firatê PYD/YPG û li rojavayê wê hêzên rejîma Esad heye. Li başûrê wê, di devereka biçûk de DEAŞ xwediyê desthilatê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin