PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê plana proje û plana çêkirina rêhesina navbera bajarên Kurdistanê amade kiriye û li nêzîk dê li Kurdistanê hateçûna bi trenan dest pê bike.
Wekîlê Wezareta Avadankirina Kurdistanê Sidqî Amêdî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand ku wan û Wezareta Veguhestinê plan û pirojeyek bo çêkirina rêya trenê amade kirine.
Sidqî Amêdî got ku li gorî wê projeyê tevahiya bajarên Kurdistanê dê bi rêya şemendeferê bi hev re bên girêdan û diyar kir, piştî ku rêya şemendeferê hat çêkirin dê veguhestina rêwiyan gelekî hêsantir bibe û herwiha her gava hikûmetê xwest rê û cadeyan nûjen bike, tengavî çênabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin