PeyamaKurd – Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas Greenfield, di civîna civata giştî ya NY de ragihand, êdî dema wê hatiye çareseriyeke siyasî ya rasteqîn bo Sûriyê bê dîtin.
Greenfield da zanîn ku çareseriya siyasî tekane rêya îstiqrar, aştî û ewlekariya mayînde ye bo gelê Sûriyê.
Balyoza Amerîkî di axaftina xwe de rexneyên tund li rejîma Esed girtin û got, rejîm hîn jî girtina bi deh hezaran zarok, jin û pîrûkalan berdewam dike û agahî ji 14 hezar sivîlên hatine îşkencekirin nîn e.
Greenfield herwiha daxwaz kir ku çarenivîsa bi deh hezaran girtiyên di destê rêjima Şamê de were eşkerekirin û termên kuştiyan jî bo malbatên wan werin radestkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin