PeyamaKurd- Nexweşên diyalîzê an ku yên gurçikên wan dixin makîneyan da paqij bibe, li gelek deveran erebeyên nexweşxaneyan an ambûlansên nexweşxaneyan wan ji malên wan dibin nexweşxanyan, tedawiya wan dikin û car din wan datînin malên wan.
Li bajarê Qersê, ji nexweşxaneya dewletê ya Karaniyê jî mînîbusa ku nexweşên diyalîzê dibir û wan datanî gundên wan, li ser rêya Qers û Ixdirê, bi sedema ku zêde ba dihat, ji kontrola ajotvan derket. Di encamê de 6 kes birîndar bûn. Xelkê gundên der û dor gihan hawara wan û alîkariya wan kirin. Tîmên tenduristiyê jî gihan hawara wan û birîndaran birin nexweşxaneya dewletê ya Karaniyê.
Halê birîndaran başe û niha tên dermankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin