PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir bi peyamekê diyar kir, ew ê desthilatdariya Iraqê nedin destê “gendelkaran.”
Muqteda Sedir îro ji bo 10ê Muheremê, roja kuştina Husên kurê Elî û hin endamên din ji malbata wî de peyamek belav kir û da zanîn: “Tu kesê gendelkar, wê me hikum neke û em ê jî serê xwe li ber gendeliyê netewînin.”
Hêjayî gotinê ye, Sedir di 6ê Tebaxê de daxwaza hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kiribû û destnîşan kiribû, hilweşandina parlamentoyê, bûye daxwazeke cemawerî û siyasî û tu çareseriyên din li şûna wê tune ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin