PeyamaKurd- ETA ku rêxistina Baskê ye û bi deh salaye têkoşînê bo serxwebûna welatê xwe dide ragihand ku xwe fesx kiriye. ETA dixwest li navbera Îspanya û Fransayê de dewleteka ser bixwe ava bike. ETA tê vateya “Welatê Baskê û Azadî”.
Ragihandin ji aliyê malpera înternetê ya ku navenda wê Îspanya ye ya bi navê El Diario de hat kirin û got ku ETA name nivîsandiye û xwe fesx kiriye. Malper, nameya ku di 16 ê nîsanê de ji aliyê rêxistinê de hatiye nivîsandin û belavkirin, dibêje ETA bi temamî ji hev belav bûye.
ETA di dema dîktatorê Îspanyayê de di dema general Franko de di sala 1959an de hatibû avakirin û di sala 1973an de serokwezîrê Îspanyayê Luis Carrero Blanco kuştibû û navê ETA ye belav bû bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin