PeyamaKurd- Li bajarê Necef a Iraqê xwepêşandan ranawestin û li dijî hukumetê dewam dikin. Xwepêşandêr li nêzî gora serokê ayînî yê Şî’a Muhemmed Baqir El Hekîm civiyan. Hêzên asayîşê bo wan bela bikin bertekên tund nîşan dan. Fişekên rastîn hatin berdan. Xaz hat bikaranîn. Di encamê de 10 kes jiyana xwe ji dest dan û di ser 100 kesî de kes birîndar bûn.
Li bajarê Necefê li nexweşxaneyan bo birîndaran hat xwestin ku xwîna xwe bibexşînin. Fermandariya Operasyonên Necefê ragihand ku qedexeya derketina derve hatiye dirêjklirin û ne diyare bê qedexe kengê rabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin