Yek ji kestiyên ku li Kendava Umanê rastî êrîsê hatibû binav bû

Yek ji kestiyên ku li Kendava Umanê rastî êrîsê hatibû binav bû

PeyamaKurd – Di demeke ku Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe li serdana Îranê bû, du keştiyên bar ên ji Siûdî û Îmaratê bi rê ketibûn li Kendava Umanê ya nêzî Kendava Hurmiz a Îranê rastî êrîşê hatin.

Li gor ragihandina dawî yek ji keştiyan a bi navê Front Altair a girêdayî Giravên Marhall a Norwêcê piştî ku karmendên wê hatin rizgarkirin noqî binê deryayê bû.

Herwiha li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê keştiya duyem a rastî êrîşê hatibû Kokuka Courageous jî tevî 44 xebatkarên keştiyê ji aliyê hêzên deryavaniya Îranê ve hatine rizgarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin