PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê du malbatên mirovên hev ku di navbera wan de pirsgirêk hebûn lihev xistin û di encamê de 3 kes birîndar bûn û di kes ji aliyê hêzên asayîşê de hatin desteserkirin.
Her dû malbat di serî de munaqeşê kirin û paşî bi kêran lihev xistin. Di pevçûnê de Murat A., Mehmet A. û Orhan A. birîndar bûn. Piştî hev birîndar kirin li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê ku çûn ciyê bûyerê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Meletiyê ya Perwerdê û Lêkolînê.
Halê birîndaran başe û du kes ji aliyê hêzên asayîşê de hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin