PeyamaKurd – Komxebata Lutkeya Geşpêdana Afrîkayê ya 33yemîn bi seroktiya Serokê Misrê Abdulfettah el Sîsî îro dicive.
Di lutkeya ku bi diruşma “tifingan bêdeng bikin û mercên guncaw ji bo geşdana Afrîkayê peyda bikin,”tê lidarxistin de, dosyaya Libyayê dê were nîqaxkirin.
Tê çaverêkirin îro serokê Misirê el-Sîsî, serokatiya lutkeyê radestî serokê dewleta Başûrê Afrîkayê bike.
Hat ragihandin ku dê di lutkeya îro de, aliyên navdewletî jî beşdariyê bikin û gelek dosyayan nîqaş bikin, bi taybet jî rewşa Libya û komên çekdarê Tirkiyê şandine Libyayê.
Berî lidarxistina vê lutkeyê Sekreterê Giştî yê NYAntónio Guterres hişyarî dabû û gotibû: “Heger hin dewlet çekan bişînin, wê ti çareserî ji bo Libyayê pêk neyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin