Belkî li Urdunê aramî çêbibe

Belkî li Urdunê aramî çêbibe

PeyamaKurd- Li bajarê Mekkeyê 3 dewlet hatin cem hev û bo alîkariya Urdunê bikin, birayarê dan da 2.5 mîlyar dolar alîkarî bikin. Her sê dewlet Erebistana Si’ûdî, Kuweyt û Emarat in.

Tirseka welatên Ereb heye ku xwepêşandanên Urdunê li seranserê alema Ereb belav bibin, dibe ku “Bahara Ereb 2” destpêbike. Li Urdunê qanûna bacê derketibû û xwepêşandan bûn sedem ku serokwezîr îstîfa xwe bide. Serokwezîrê nû Omer Er Rezaz ragihandibû ku wê reşbeleka qanûn ya bacê bi paş de vekişîne.

2.5 mîlyar dolarê ku wê bidin Urdunê, wê di hemberê emanetên ku bidin Banka Nawendî ya Urdunê, temînatên ku Urdun bide Banka Dunyayê û wê Urdun karibe van pereyan, bi projeyan, heya 5 salan bo fonên pêşdebirina welat xerc bike.

Qral Abdullahê Urdunê sipasiya xwe bo her sê welatan ragihand û got ew alîkarî, wê di aboriyê de bêhna Urdunê derxe û bo alîkariyê minnetdarê her sê dewleta ye.

Urdun li bendê ye ku ev alîkarî li welatî Urdunê bibe sedema aramiyê û bêhnderxistinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin