PeyamaKurd - Xebatkarê karê teknîkê yê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê Mûrat Kaynak, ji nexweşiya vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyan piştî ku testa xebatkarê teknîkê yê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Mûrat Kaynak (47) pozîtîf derdikeve, ji ber nebûna cih li beşa kardîyolojiyê tê razandin û li wir tedawiya wî tê kirin.

Hat diyarkirin ku îro 20ê Tebaxê Murat Kaynak li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Berî niha jî li Diyarbekirê doktorek û xebatkarekî xwaringeha nexweşxaneyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin