Yekîtiya Ereb: Tirkiye rewsê aram dike, lê divê em ji niyet, armanc û duristbûna wê pistrast bin

Yekîtiya Ereb: Tirkiye rewsê aram dike, lê divê em ji niyet, armanc û duristbûna wê pistrast bin

PeyamaKurd - Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereb Ehmed Ehmed Ebû Xeyt da xuyakirin ku tevgerên Enqereyê di çend salên dawî de gelek tund bûn û hewl da li gelek herêman belav bibe û hegemonyaya xwe zêde bike.

Ebûl Xeyt herwiha got ku, niha jî Tirkiye hewl dide eniyan aram bike û arîşeyên li dora xwe çareser bike û diyar kir, divê em ji niyet, armanc û duristbûna Tirkiyê piştrast bin.

Ebû Xeyt di hevpeyvîna li gel televîzyona El-Erebiye de got: “Em nikarin tevgerên dawî ên dewleta Tirk ên têkildarî aramkirina eniyan bi hinek dewletan re fêm bikin an jî şîrove bikin. Di çend salên dawîn de tevgerên Enqereyê gelekî tund bûn.”

Ebû Xeyt bibîr xist: “Dewleta Tirk ji ber tevgerên xwe, li rojhilatê Deryayê Spî, Yewnansitan, Qibris, Misir, Îsraîl, Balkan, Asyaya Navîn, bakurê Afrîkayê û Kendavê gelek enî vekirin. Enqereyê hewl da hegemonyaya xwe fireh bike û li hemberî gelek aliyan re mîna Amerîka, Yekîtiya Ewropa (YE) û Fransayê sekinî.” 

Ehmed Ebû Xeytda xuyakirin ku niha jî ji ber ku pirsgirêkên li dora wê pir bûne, hewl dide eniyan kêm bike û asta rûbirûmayîna bi gelek dewletan re teng bike û got: “Gelo di tevgerên xwe de durist e? Ji dewletên Kendavê û Misirê re vekirî ye gelo armancên wê ji vê yekê çi ye? Rojên bê dê niyetên Tirkiyê ji vê aramiyê eşkere bikin.”

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb destnîşan kir ku heta vê kêliyê dewleta Tirk mudaxeleya bakurê Sûriyê û Iraqê dike û hewldanên mudaxelekirina qada Lubnan, Somalî, Deryaya Sor û Afrîkayê hene.

Ebû Xeyt banga şopandina rewşê kir û diyar kir: “Em bi hemû lihevkirinên durist re ne. Lê divê em ji niyetên dewleta Tirk piştrast bibin ka armanca wê çi ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin