PeyamaKurd- Hevserokê HDPê yê berê û namzetê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş, got ku bila hemî namzetên Serokomariyê hefteyekê di hepsê de bimînin. Da qene edalet û wekhevî çêbibe.
Namzetê CHPê Muharrem İnce duh ji bo serdana Selahattin Demirtaş çûbû Hepsa Edirneyê.
Piştî hevdîtina Muharrem İnce û Selahattin Demirtaş, İnce daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de İnce wiha got: Selahattin Demirtaş got “Ez li vir im û hûn ji xwe re digerin. Bila hemî namzetên Serokomariyê hefteyekê di hepsê de bimînin. Da qene edalet û wekhevî çêbibe.
Muharrem İnce got ku keyfa Demirtaş li cih bû û me bi hev re çay vexwar û hinekî henek li hev kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin