Parlamentera Goran: Di Projeyasaya çaksaziyê de xalên gelek giring hene

Parlamentera Goran: Di Projeyasaya çaksaziyê de xalên gelek giring hene

PeyamaKurd - Endama Parlamentoya Kurdistanê yê fraksiyona Tevgera Gorran radigehîne, projeyasaya xalên pir giring hene û bo bicîhanînê guftûgo kirine lê di warên xalên sînorî, bac, ji aliyê aliyê hilberînê ve nûjenkirina yasayî de bi çaksaziyê re mijûl in.

Endama Parlamentoya Kurdistanê ya ser bi fraksiyona Tevgera Gorran Şirîn Emîn ragihand: ‘’Hemû ew hişyariyên derbarê projeyasaya çaksaziyê de bo me hatiye, em hewl didin bi alîkariya hemû fraksiyonan ve di projeyasayê de bicîh bikin. Em kesûkarên şehîdên serbilind, enfalbûyan, girtiyên siyasî û xwedî pêwîsitiyên taybet piştrast dikin ku me karên cidî li ser pêşniyarên wan kirine.’’

Şîrîn Emîn herwiha got: ‘’Projeyasaya çaksaziyê de xalên gelek giring hene û me guftûgo kirine bo bicîhanînê, lê li gel me hemû ne çaksaziye û naha em kar li ser çaksazî kirina xalên sînorî, bac, sererast kirina yasaya hilberînê û bi hûrgilî pêdeçûnê bo dosyaya neftê em dikin û divê çaksaziyên cidî li ser vê dosyayê û temamê dosyayên din jî bê kirin.’’

Şîrîn Emîn, ‘’Heta wî cîhê ku pêngav û nîyet bo çaksaziyê hebe, fraksiyona Gorran alîkar û hemaheng e. Li ku derê jî gendelî û bê dadperwerî hebe dê gotinên me yên cîdî li ser hebe û di sê mehên borî de jî pêdeçûnên bi hûrgilî me kirine bo dosyaya xalên sînorî, bac û gendeliyên heyî bi hûrgilî me diyar kirine û biryara pêdeçûna li ser hatiye dayîn.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin