Nameya petrola Kurdistanê ji bo endamê Kongreya Amerîkayê Anthony Blinken!

Nameya petrola Kurdistanê ji bo endamê Kongreya Amerîkayê Anthony Blinken!

PeyamaKurd Endamên Kongresa Amerîkayê daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê kirin ku li gel berpirsên Enqere û Bexdayê bicive û di zûtirîn dem de hinartina petrola Herêma Kurdistanê destpê bike.

Michael Waltz, Seth Moulton û Don Bacon ji Koma Dostaniya Kurdistanê li Kongresa Amerîkayê nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re derbarê pirsa petrola Herêma Kurdistanê de şandin û tê de hewlên xwe yên ji bo aramiya aborî li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Di nameyê de daxwaz ji Blinken hatiye kirin ku di asta herî bilind de ligel Bexda û Enqerê bicive û di zûtirîn dem de hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve destpê bike.

Di nameyê de hatiye gotin: “Herêma Kurdistanê bê guman bûye faktoreke giring bo aramiya herêmê û penagehek ji bo penaberan û şirîkekî pêbawer di têkşikandina DAIŞê de.

Tê çaverêkirin ku di rojên bê de, şanda hevbeş a Wezareta Petrola Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina dubare hinartina petrola Kurdistanê biçe Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin